Bi fermana hikûmetê tevahiya kempên li Kerkûkê hatine daxistin.
Wezîra koç û koçberan ya Îraqê Îvan Fayiq ragihand ku bi fermana hikûmeta Îraqê tevahiya kempên koçberan yên li Kerkûkê hatine daxistin.
Îvan Fayiq eşkere kiriye ku piştî vegera karwana dawî ya koçberan ji kempa Leylan ya li Kerkûkê bo warên xwe, tevahiya kempên koçberan li parêzgeha Kerkûkê hatine daxistin.
Fayiq eşkere kiriye ku hikûmet hewl bo vê yekê dide daku heta destpêka sala nû, tevahiya kempên koçberên navxweyî yên Îraqê li seraserê welat daxe û koçberan vegerîne ser warên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin