Kesek jî hatiye desteserkirin.
Birêveberatiya asayîşa deriya sînor ya Hac Omeranê ragihand ku îro hêzên ewlekarî yên li deriyê sînor karîne dest deynin ser du kîlo madeyên huşber ji cureya teryakê.
Ew madeya han yaku ji aliyê kesekê ve hatibû anîn, di nava asinekê de hatibû veşartin û asin jî di nava bareke fêqiyan de hatibû veşartin û dixwest derbasî nava herêma Kurdistanê bike.
Kesê ku ew kara han jî kiriye ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin