DIŞIê dîsa êrîşî ser artêşa Îraqê kir

du ji birîndaran Efserên artêşa Îraqê ne.
کوردستان TV
100%

Di encam de 5 leşkerên Îraqî birîndar bûne.

Li gor zaniyariyên berdest, şefeqa îro duşem terorîstên DIŞIê li devera Muteyibiciye ya li parêzgeha Selahedînê êrîşî ser navendeke leşkerî ya artêşa Îraqê kirine.

Li gor zaniyariyên han di encama êrîşê de sê leşker û du Efser bi giştî 5 endamên artêşa Îraqê birîndar bûne.

Terorîstên DIŞIê di êrîşa han de çekên sivêk li dijî artêşa Îraqê bikar anîne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.