Hesen Ruhanî: Emê li hember êrîşê bêdeng nemînin

dibêje di demeke goncaw de emê bersif bidin.
کوردستان TV
100%

Duhê psporekî etomî yê Îranê hatibû kuştin.

Îro Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî derbarê êrîşa duhê ya li nêzî Tehranê de ku bo ser psporekî etomî ya Îranê bi navê Muhsin Fexrîzade pêk hatibû û di encam de hatibû kuştin, axefî.

Ruhanî bi fermî Îsraîl bi êrîşa han tawanbar kir û got: Îran li hember êrîşa han bêdeng namîne û di demeke goncaw de vê Îran bersifeke dijwar bide êrîşê.

Duhê jî her yek ji spaha pasdaran û wezîrê derve yê Îranê gef liÎsraîlê Kiribûn.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.