Franse daxwaza serxwebûna Qerebaxê dike

Tirkiye li dijî vê yekê bertek nîşan dide.
کوردستان TV
100%

Parlementoya Franseyê jî duhê ew yek qebûl kir.

Hikûmeta Franse û parlementoya Franseyê daxwaza vê yekê dikin ku raya giştî ya cîhanê serxwebûna herêma Qerebaxê qebûl bike.

Di vê çarçoveyê de jî duhê parlementoya Franseyê proje qanûnek derbarê nasandina serxwebûna Qerebaxê û hewldan bo razî kirina civata ewlekariya Netewyên Yekgirtî bo nasandina serxwebûna Qerebaxê pejrand.

Piştî vê pêngava Franseyê her yek ji Tirkiye û Azerbaycanê jî bertek nîşan dan û diyar kirine ku ew bi ti awayî vê yekê qebûl nakin û ew pêngava han binpê kirina zagonên NY û civata ewlekarî ya NY ye.

Weke tê zanîn piraniya şêniyên Qerebaxê Kurdin û beriya çend rojan jî piştî demeke şer û pevçûnan di navbera Azerbaycan û Ermenistanê bo rawestandina şer rêkeftin hatibû îmzekirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.