Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya pêketiyên koronayê kêm dibe

2 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Tedbîrên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, hişt ku rêjeya pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li gorî rojên borî kêm bibe. Desteya Tenduristiyê ragihand ku di 24 seatên dawî de, tenê 38 kes bi koronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 2 kes ji pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine; mêrek ji Şehbayê ye û jinek ji Qamişloyê ye.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 19 mêr in û 19 jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 14

Dêrik: 6

Qamişlo: 9

Girkê Legê: 1

Amûdê: 1

Tirbespiyê: 1

Şehba: 6

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 21 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 825 kesan, ji wan 187 kes mirine û hezar û 5 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.