Gotara Serokwezîrê Kurdistanê di dema îmze kirina rêkeftina dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên fermî de

sala nû her kes dibe xudan nasnameyeke dîcîtalî.
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî: Ji Sala bê pê ve her hemwelatiyek dê bibe xwedî nasnameyekî dîjîtal

Îro serê sibehê 25.11.2020 li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbestê hat lidarxistin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî hem serpereştariya merasîmê kir û hem jî tê de gotarek pêşkêş kir û behsa giringîya girêbestê kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Ber wê yekê diçin, dawî li karê kaxizî bînin. Ji berk u zehmet e welatî bi dehan demjimêran dema xwe bi westanê winda bikin, ji bo encamdana muamle û karûbarên xwe. Di demekê de, divê di dmeeke kurt û bi lez bi şêweya online muameleyên welatiyan bêne temamkirin. Dawîanîna karê kaxezî û dabînkirina xizmetkariyên dîjîtalî ne xwastek e, belkû ti riyeke din li pêş me nine, yan divê bi teknolojiyê re bi pêş bikevin, yan jî di rabirdûyê de bimînin.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de Mesrûr Barzanî got: “Bê gûman, bikaranîna teknolojiyê, ne tenê akîtîvî û şefafiyetê li karê hikûmetê zêde dike, lê di heman demê de alîkariya me dike ku karûbarên xwe dîjîtal bikin û kalîteyê wek welatên pêşkeftî yên cîhanê re baş bikin. Bi rêya vê yekê welatiyên Kurdistanê, damûdezgeh û xwediyên kompanyên sektora taybet dikarin bi hêsanî û bilez xwe bigehînin xizmetkariyên giştî.”

Barzanî diyar kir ku ji ber vê yekê em kêfxweş in ku îro girêbestek di navbera Wezareta Navxwe û grûpa Muhlbauer a Almanî de ji bo deranîna moleta ajotinê û xizmetkariyên tomarkiririna otombîlan bikin.”

Mesrûr Barzanî got: “Bandora vê projeyê di berjewendiya kerta giştî de ye: Ji sala bê ve her welatîyekî Herêma Kurdistanê dê bibe xwediyê nasnameyeke dîjîtalî. Ev jî dê sîstema yekem a agahdariya rûniştvanên me çêbike ku pêşmerc e ji bo pêşkêşkirina xizmetkariyên dîjîtalî. Ya yekem xizmetkariyên ajokar û tomarkirina otomobîlan e ku dê zêdetir ji 2 milyon welatî sûdê jê bibînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bilî van xizmetkarîyan, nivîsgeha Serokêwezîr bi tîma Cîgirê Serokwezîr Kak Qubad re ji nêzîk ve kar dikin, da ku bi baştirîn û bi asanî xizmetkarîyan ji xelkê re pêşkêş bikin.”

Serokwezîr axaftinên xwe wisa domand: Îmzakirina vê girêbestê beşeke giring a hewlên Hikûmeta herêmê ye ji bo çaksazî û modernkirina xizmetkarîyên hikûmetê  li seranserî Herêma Kurdistanê. Em dixwazin bibin hikûmeteke dîjîtalî ya rasteqîne, da ku xercîyê kêm bikin û nerînekê di navbera wezaretên cuda de çêbikin ku bibe sedema aw pêşxistina awayê biryardanê û gihandin û pêşkêşkirina xizmetkariyan.”

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.