Li devera Newsûdê hatiye birîndarkirin.
Li gor zaniyariyên berdest, şeva derbasbûyî hêzên ewlekarî yên Îranê li sînorê devera Newsûdê ya li Hewramanê, êrîşî ser karwaneke kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de kolberekî Kurd bi navê Dariyûş Welêdbegî şêniyê gundê Nûriyaw ya ser bi bajarê Paweyê hatiye birîndarkirin.
Ew kolberê Kurd niha li nexweşxaneya bajarê Paweyê tê dermankirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin