Amerîka pêşniyareke girîng daye Îraqê

dibêje Îraq dikare pêdiviyên xwe li Kurdistanê dabîn bike.
کوردستان TV
100%

Ji rayedarên Îraqê re gotiye hun dikarin di şûna Îranê fêde ji gaza Kurdistanê wer bigirin.

Rayedarekî Amerîkî ji berpirsên Îraqî re pêşniyar kiriye ku di şûna fêde wergirtin ji gaza Îranê dikarin fêde ji gaza Kurdistanê wer bigirin û pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Li gor nûçeyeke SNB ya Amerîkî, rayedarekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye ku her çend herêma Kurdistanê geşe bi hêlbirîna gaza xwezayî ya xwe bide, vê ewqas pêdiviya Îraqê bi Îranê bo dabîn kirina gaza xwezayî kêmtir bibe.

Ew rayedarê han ji Îraqiyan re gotiye hun dikarin di şûna bikar anîna gaza xwezayî ya Îranê de gaza xwezayî ya Kurdistanê bikar bînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.