Êvariya îro sêşem 24/11/2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert û Serokê Navenda Piştgîriya Qeyranan li Wezareta Derveya Fransayê Eric Chevallier û şandeke li gel kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi rol û piştgîriya Fransa û civaka navdewletî û berdewamiya erkê hevpeymaniya navdewletiye ji bo rûbirûbûna terorê û çareserkirina kêşeyên wan yê bi taybetî li gel Herêma Kurdistanê.
Şanda mêwan jî tekez li ser piştgîriya welatê xwe ya ji bo Iraq û herêma Kurdistanê di rûbirûbûna teror û çareserkirina kêşeyan û berdewamiya hevkariyên însanî kir.
Di derbarê rewşa koçberên Iraqê li wargehên herêma Kurdistanê de û vegerandina wan, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê ya ji bo daxwaza wan ya vegerandina cihên wan û pêwîstiya dabînkirina asayîş û aramî û xizmetguzariyên seretayiyan kirin heta bingehek di derbarê vegerandina daxwaza wan bêkirin û proseya avadankirina cihên ziyanberketiyên şerê terorê bêne ava kirin.
Di berdewamiya civînê de, pêşhatên siyasî û ewlekarî yên dawî yên Iraqê û rûbirûbûna gefa terorîstên DIŞIê, rêkeftina Hewlêr – Bexda ya ji bo normal kirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Iraq û herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeşbûn hate nirxandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin