Behsa prosesa diyaloga navbera Kurdistan û Bexdayê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê li gel Bexdayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 23ê Mijdara 2020an me pêşwaziya şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê li gel Bexdayê civiyan û me stayîşa hewl û xebatên şanda han di danûstandinên li gel hikûmeta federalî û berevanî kirin ji şayisteyên darayî yên xelkê herêma Kurdistanê di pêşiya mehûyan de mûçeya mûçexorên herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de me tekez li ser vê yekê kirk u şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê aliyê fermî yê giftûgoyê ye bo çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federalî û hikûmeta herêma Kurdistanê bi ti awayî saziş li ser mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê nake.
Di berdewamiya civînê de hate gotin ku şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê tevahiya hewl û karînên xwe bo gehêştin bi rêkeftinek li gel hikûmeta federalî bitevgerkiriye û berdewam berevanî ji mafên reva yên xelkê herêma Kurdistanê kiriye.
Her di civînê de nîqaş li ser prosesa diyaloga navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî hate kirin û hate gotin her dem pêwîst be şanda herêma Kurdistanê amadeya serdana Bexdayê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin