Daxuyaniyek jî derbarê êrîşên pkkê de pêşkêş kir.
Îro şandeke siyasetmedar û nivîskarên Bakûrê Kurdistanî serdana parlementoya Kurdistanê kir û li gel Serokatiya parlementoyê civiya.
Piştî civînê li ser navê şanda mêwan nivîskar Îbrahîm Gûçlû daxuyaniyek çapemenî da raya giştî û ragihand ku parlementoya Kurdistanê bo her Kurdekî pîroze.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de rexneyên tund li pkkê kir û ragihand ku pkk her ji destpêka damezrandina xwe ve heta îro zirar daye gelê Kurdistanê û doza Kurdistanê.
Îbrahîm Gûçlû diyar kir ku lazime pkk ji başûrê Kurdistanê derbikeve, rêz ji pêgeha herêma Kurdistanê bigire û dev ji gefên xwe yên ser başûrê Kurdistanê berde û xizmeta dijmin û neyarên Kurdistanê neke.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin