Duhê gelek befir li Dêrsîmê bariye.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, duhê şemî, li bajarê Dêrsîm ya li Bakûrê Kurdistanê befireke gelek zêde bariye.
Jiber barîna zêde ya befirê, kêşe bo hatûçûya xelkê çê bûye û herwiha rêya navbera çend gundên ser bi Dêrsîmê jî jiber barîna befirê hatine daxistin.
Xelkê Dêrsîmê jî dibêje, bêyî amadekariyên taybet bi zistanê, befir bi ser wan de bariye lewre gelek kêşe bo şêniyên Dêrsîmê çê bûne.
Hate zanîn ku ji ber barîna befirê rêya 25 gundên Dêrsîmê hatiye daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin