Piraniya taxên Bexdayê bin av ketin

li taxa Ur zirar gelek mezinin.
کوردستان TV
100%

Baraneke bixor zirarên mezin yên madî gehandiye xelkê.

Li gor çapemeniya Îraqê jiber barîna barana bixor û zêde li Bexdaya Paytext, zirarên gelek mezin yên madî ber şêniyên Bexdayê ketine.

Hate zanîn ku piraniya taxên Bexdayê binav ketine, lehî ra bûne û av ketiye nava gelek malên welatiyan.

Bi taybetî li taxa Ur ya li Bakûrê Rojhilatê Bexdayê gelek mal binav ketine û xelk rastî zirarên mezin yên madî hatiye.

Ji aliyeke din ve komîteya xizmetgozariyan diyar kiriye ku jiber nebûna sîstema baş ya kanalîzasiyonê di dema barîna baranê de Bexda binav dikeve lewre lazime Emîndarê Bexdayê û aliyên din yên têkildar werin parlementoya Îraqê û hesabê bidin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.