Biryar roja 26ê Mijdarê dikeve meriyetê.
Jiber zêde bûna amara berketiyên Koronayê, îdareya xweser ya Rojhilat û Bakûrê Sûriyeyê ( Rojavayê Kurdistanê) biryar daye daku qedexeya hatûçû li çend deverên herêmê were ragihandin.
Li gor zaniyariyên berdest qedexeya hatûçûyê vê li Hesekê, Tebqa, Reqa û Qamîşloyê bo 10 rojan were cîhbicîhkirin û biryar ji 26ê Mijdarê ve dikeve meriyetê û heta 10 rojan berdewam dibe.
Herwiha hate diyar kirin ku zanîngeh, debistan, kirîş ( cîhê zarokan ya pêş debistanê) jî di nava wan 10 rojan de daxistî bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin