Di encama teqîna mînekê de lingê xwe ji dest daye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro şeme danê sibê li sînorê bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê mînek bi welatiyeke Kurd yê temen 42 sal bi navê Ezîz Rûnema teqiyaye.
Di encama teqînê de Rûnema lingekê xwe ji dest daye û bo çareser kirinê bo nexweşxaneya Urmiyeyê hatiye veguhastin.
Ew welatiyê han dema mişxûlî leverandina pezên xwe bûye pê li mînê kiriye û pê re teqiyaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin