Kasibkarekî din yê Kurd hate kuştin

li ser rêya navbera Seqiz û Dîwandereyê de hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye kuştin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê li bajarê Seqizê ya li Rojhilatê Kurdistanê, kasibkarekî din yê Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye kuştin.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku duhê hêzên ewlekarî yên Îranê li pey tirimbîlê kasibkarê Kurd yê xelkê Seqizê di rêya navbera Seqiz û Dîwandereyê de ketine û di encam de tirimbîla kasibkarê Kurd qolpiye û di encam de kasibkarê Kurd canê xwe ji dest daye û keseke din ku li gel wî bûye birîndar bûye.

Hate zanîn ku ew tirimbîl boş bûye û tiştek têde nebûye lê hêzên Îranî bi hinceta ku barê qaçax veguhestiye lipey ketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.