Li Îraqê 50 kesên din tên darve kirin

beriya çend rojan 21 kesên din hatibûn îdamkirin.
کوردستان TV
100%

Di wan du sê rojan de têne darvekirin.

Piştî ku beriya çend rojan 21 girtiyên din jiber terorê li girtîgeha navendî ya Nasiriyeyê hatin darvekirin, hin jêder û çavkaniyên Îraqî belav kirin ku vê roja duşem 23ê Mijdarê 50 girtiyên din yên ku jiber terorê cezaya darvekirinê bo wan hatiye dayîn, werin darvekirin.

Ji aliyeke din ve psporên mafên mirovan yên ser bi Netewên Yekgirtî behsa vê yekê dikin ku fikarên wan hene ku Îraq tevahiya wan kesên ku jiber terorê cezaya darvekirinê bo wan hatiye dayîn, îdam bike.

Beriya çend rojan jî NY daxuyaniyek belav kiribû û daxwaz ji Îraqê kiribû daku îdam kirinê rawestîne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.