Du kolberên din yên Kurd hatin kuştin

çekdarên Îranî rojane êrîşî ser Kolber û Kasibkarên Kurd dikin.
کوردستان TV
100%

Li devera Şinoyê bi guleya hêzên Îranî hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê çarşem du Kolberên din yên Kurd yên xelkê Şino û Selmasê di encama êrîşa çekdarên Îranî de canê xwe ji dest dane.

Jêder behsa vê yekê dikin ku ew herdu kolberên Kurd duhê li ser sînorê navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê li devera Şinoyê hatine kuştin.

Weke tê zanîn hêzên çekdar yên Îranê bi awayeke rojane êrîşî ser Kolber û Kasibkarên Kurd dikin û di encama wan êrîşan de rojanek Kolber û Kasibkarên Kurd tên kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.