Dema gehêştina vaksîna Koronayê bo Îraqê hate eşkere kirin

dibêje 10 vaksîn di qonaxa cerbandinê dene.
کوردستان TV
100%

Di meha Hezîrana 2021an de vakîsnên han dikevin bazarê.

Nunerê saziya tendirostiya cîhanî ya li Îraqê Edhem Îsmaîl ragihand, ew vaksînên dijî Koronayê yên ku hatine amadekirin heta meha hezîrana sala 2021an dikevin berdest.

Edhem Îsmaîl herwiha eşkere kir ku niha nêzî 10 vaksînên curbicur di proseya cerbandinê dene û em dixwazin bizanin ku vaksînên han bandoreke çawe li ser laşê mirov dikin.

Nav hatî diyar kiriye ku niha 300 heta 400 vaksîn di prosesa pere pêdanê dene û pêdiviya wan bi çend qonaxên din yên girîng heye daku li ser bandora wan em bawer bin.

Îsmaîl eşkere kiriye ku encamên cerbandina vaksînan dilxweşkerin bi taybetî vaksîna kompaniya Vaizer ya Amerîkî ku bi qasî sedî 95 bandorê li ser Koronayê dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.