Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Sekreterê UN li Iraqê civiyan

behsa rewşa giştî ya deverê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Nîvroya îro çarşem 18/11/2020 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Li destpêka civînê de Jeanine Plasschaer ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Parêzgerê Hewlêrê Dr. Ferset Sofî, serxweşiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata xwedê jêrazî kir û hevsozî û hevxemiya xwe diyar kir.

 Di berdewamiya civînê de rewşa Iraqê bi giştî, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, rêkeftina dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya di derbarê Şingalê, hilbijartina pêşwext ya nû paşerojê ya Iraqê û pêşhatên dawî yên belavbûna virusa Korona û pejika Kovid-19 guftûgo kirin.

Di derbarê rêkeftina her du Hikûmetên Herêmê û Federalî yê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ve hatiye piştgîrî kirin, her du alî hevrêbûn ku rêkeftineke girînge û hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar divê ji bo ku bikevê warê bi cîhkirinê, her wiha tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiyê kirin. Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê ve rola girîngê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê dinêre û pesna karê wan yê miroviyên li Şingalê kir.

Di derbarê wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê piştgîriyê li vegerandina xwe bi xwe xwestina koçberên Iraqê ji bo bajar û navçeyên wan dikin û zelal kir ku birêvebirina wargehan û dabînkirina xizmetguzariyên wan wekî perwerde û tendirustî û av û kareba û xizmetguzariyên giştiyên din, têçûneke zêde li ser Herêma Kurdistanê dikevin, her du alî jî hevrê bûn ku divê bingeheke rast li rûyê dabînkirina aramî û asayîş û xizmetguzariyên wan yên ji bo vegerandina xwestina wan bêkirin.

Rewşa siyasî û emniya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rûbirûbûna terorê û çend pirseke ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinê vê civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.