25 welatiyên din canê xwe ji dest dan

474 berketiyên Koronayê baş bûne.
کوردستان TV
100%

Amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê hatin belav kirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 645 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê ku 247 kese hatiye tomarkirin.

Herwiha di nava wan 24 seatan de 25 welatiyên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 474 kesên din jî baş bûne.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 90 hezar û 904 kes bi Koronayê ketine, 55 hezar û 988 kes baş bûne û 2891 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.