Nêçîrvan Barzanî: Yasaya deynê navxwe mezintirîn şikesta siyasî ya Iraqê ye

parlementoya Kurdistanê li ser mijarê dicive.
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnemevanî de axivî û da zanîn yasaya deynê navxwe mezintrîn şikesta siyasî ya Iraqê ye.

Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnemevanî de axivî û da zanîn derbaskirina yasya deynê navxwe ya parlementoya Iraqê di vê demê de qutkirina beşa budceya 320 milyar dînarê Herêma Kurdistanê cihê nîgeranîyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî kirin, em gelek ji wê yasaya ku ji alîyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve derçûye, dilgiran in. Ji ber ku wek sizadana mûçexwir û karmendên Herêma Kurdistanê ye û em ji vê pêşhatê, bi pêşhateke metirsîdar li Iraqê bi nav dikin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, ew karê hatiye kirin, berevajî hemû wan prensîpên ku me di sala 2003 de Iraqê li ser ava kiriye û berevajiya şeraketê ye. Pirsgirêkên Iraqê bi vê yekê çareser nabe, ji ber ku îro alîyek û hinek alîyên nava Parlemana Iraqê xwedî hêz in û dikarin yasayekê bi bisepînin. Nizanim ew çawa pêşbîniyê dikin ku serkeftî bin.

Barzanî got: Niha eşkere kiriye ku mezintirîn şikestin anîne, ji ber ku beşeke giring a pêkhateyên Iraqê li Herêma Kurdistanê bêpar kirine, ev jî şaş e. Gelek hêzên siyasî yên Iraqê ji wê dilgiran in û ti awayekî ew ji wan re ne destkeftek e. Belkû ev mezintirîn şikestin e ji bo îdarekirina welatekî ku jê re tê gotin Iraq.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir, eger wan mafê birîna mûçe û mafên gelê Kurdistanê dane xwe û bi wî zimanê tund ew yasaya nivîsîne, çawa dikiran daxwaz bikin ku gelê Kurdistanê xwe weke beşekê ji Iraqê bibînin!

Nêçîrvan Barznaî di berdewamiyê jî de got: Herêma Kurdistanê bi ti awayî ji berpirsatiya xwe neriviye û amade ye li hember Iraqê erkên xwe bicih bike. Pirs ew e, aya ew yasa li ser wê yekê derçûye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosya neftê rênekeftiye? Na, bi ti awayekî ew ne rast e. Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr ve û min jî ragihandiye, bi hemû awayekî ji bo rêkeftinê amade ne. Hikûmeta Federal li Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê rêkeftiye ku ew 320 milyar Dînar bidin ku ew beşeke kêm a destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê ye. Lê em razî bûn ku heta dawiya salê berdewam be û di dawiya salê de li ser yasaya nû ya budceya 2021an a Iraqê rêkeftinê dikin.

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ewa ku çêbûye “soprayzeke” gelekî mezin bû. Em ê di rûniştina Perlemanê de hemû rastiyan ji xelkê kurdistanê û Iraqê re bibêjin, ka em çawa dikarin vê dosyayê bi Baxdayê re rêbikevin ku hemû jî hatine nivîsandin, data û hejmare heye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir, peyama min ji bo hêzên siyasî yên Iraqê ew e ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê di warê petrolê û tevahiya mijarên din de rêkeftinek pêk bîne, ji ber ku pirsgirêk ne tenê petrol e, lê belê kêşe gelekî cidî ne li Iraqê. Bêyî çareserkirina wan kêşeyan ne mimkûn e Iraq bikare aramiya xwe biparêze.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.