Dibêje 3 hezar leşkerên Amerîkî li Îraqê ne.
Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê belav kiriye ku ji roja damezrandina hevpeymaniyê ve heta niha li Îraqê bi giştî 37 hezar û 800 êrîşên asmanî li dijî terorîstên DIŞIê hatine pêkanîn.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku artêşa Îraqê kariye bi sêya hevkariyên hepeymanan bi ser DIŞIê de serkeftin bidest bîne û erkê hevpeymaniyê berdewam dibe heta dema ku Îraq bi temamî aram dibe.
Derbarê hijmara leşkerên Amerîkî yên li Îraqê de jî hevpeymaniya cîhanî diyar kiriye ku niha 3 hezar leşkerên Amerîkî di çaroveya hevpeymaniya cîhanî de li Îraqê dene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin