Wezîrê berevanî yê Îraqê serdana Tehranê kir

dibêje artêşa Îranê amadeya hevkariya artêşa Îraqê bike.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîrê berevanî yê Îranê diciviya.

Wezîrê berevanî yê Îraqê Cume Înad îro serdana Tehrana paytexta Îranê kir û ji aliyê wezîrê berevanî yê Îranê Emîr Hatemî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê her du alî civiyan û di civînê de behsa têkilî û hevkariya ewlekarî ya di navbera Îran û Îraqê de kirin.

Her di heman civînê de Emîr Hatemî eşkere kiriye ku Îran bi mebesta bihêztir kirina artêşa Îraqê û bilindtir kirina karînên artêşa Îraqê dikare hevkariya artêşa Îraqê bike.

Wezîrê berevanî yê Îraqê jî diyar kiriye ku armanc ji serdana han lihev veguhastina ezmûnane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.