Hijmara pêketiyan hinek kêm bûye.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 573 kesên din bi Koronayê ketine, 393 berketiyên berê jî baş bûne û 27 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 260 kese.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin