James Jeffrey: Hîn jî egera daxistina balyozxaneya Amerîkayê heye

dibêje Amerîka tu carî ji Sûriyeyê navekêşe.
کوردستان TV
100%

Dibêje me direw li gel Trump kiriye.

Nunerê berê yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey ragihand ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê derbarê hijmara leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê direw ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re kirine û ti carî hijmara rastîn ya leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê ji Trump re negotine.

Jeffrey eşkere kiriye ku Amerîka tu carî leşkerên xwe ji Sûriyeyê venekêşa û navekêşe.

Derbarê rewşa Îraqê de jî nav hatî diyar kiriye ku jiber gefên ku li ser hêzên Amerîkî û welatiyên Amerîkî hene, hîn jî egera daxistina balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê heye.

Weke tê zanîn James Jeffrey hefteya derbasbûyî dev ji pîwerdariya xwe berdabû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.