Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva borî, çend gundên navçeya Şêrawa ser bi herêma Efrînê topbaran kir.
Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya Tirkiyê her yek ji gundên Merhenaz, Malikiyê û Şewarxe li nevçeya Şêrawa ser bi herêma Efrînê topbaran kirine.
Hersê gundên navborî ku li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê dikevin li jêr destê hêzên kurdî ne û car bi car rastî topbaran hêzên Tirkiyê û komên cîhadî ên Sûriyê tên.
Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên topbarana han de nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin