Li sînorê Dubizê erebên hawirde li ser erdên kurdan dest bi çêkirina xaniyan kirin

hikûmet jî li hember wan zêde gaviyan bêdenge.
کوردستان TV
100%

Li gundeke kurdan a ser bi qeza Dubiz a sînorê parêzgeha Kerkûkê erebên hawirde li ser erdên welatiyên kurd dest bi çêkirina xaniyan kirin.

Berpirsê navçeya Dubiz a PDKê Cewad Mihemed îro 14.11.2020ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Erebên hawirde yên eşîreta Temayme ne û xelkê başûrê Iraqê ne, naha li ser erdên kurdên gundê Emşe ya ser bi qeza Dubizê ye, dest bi ava kirina xaniyan kirine.’’

Herwaha got: ‘’Çêkirina wan xaniyan ji aliyê erebên hawirde ve piştî wê yekê tê ku xelkê gund du caran rêgirî li wan erebên hawirde kirin bo ku xaniyan li ser erdên wan çênekin, lê ti sûda xwe tinebû û dawiyê de jî dest bi çêkirina xaniyan kirin.’’

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.