Ehmed Kanî: Ew biryara hilweşandina Îraqê bi destê Îraqiyane

dibêje ew biryar dijî gelê Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Ehmed Kanî dibêje biryara parlementoya Îraqê xizmeta Îraqê nake.

Endamê civata Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê Ehmed Kanî derbarê biryara parlementoya Îraqê de ya bo neşandina pere û bûdceya herêma Kurdistanê de, li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek belav kiriye.

Ehmed Kanî di peyama xwe de nivîsandiye, biryara parlementoyê ya bo neşandina pere û bûdceya herêma Kurdistanê biryareke siyasiye li dijî gelê Kurdistanê.

Kanî diyar kiriye ku ew biryara han biryara hilweşandina Îraqêye bi destê aliyên Îraqî.

Weke tê zanîn roja pêncşemê parlementoya Îraqê proje qanûna deyin kirina pereyan pejrand û şandina pere û bûdceya Kurdistanê jî qedexe kiribû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.