Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest da

heta niha 153 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest daye û 88 kes jî bi korona ketine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku bi korana mirine; yek jin e û ji Çilaxa ye, 3 jî mêr in û ji Dêrîk, Qamişlo û Dirbêsiyê ne. 

Her wiha Mistefa da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 88 kesên din bi nexweşiya koronayê ketine, ji wan 53 kes mêr in û 35 jî jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 36

Dêrik: 20

Qamişlo: 14

Amûdê: 6

Girkê Legê: 5

Rimêlan: 3

Kobanê: 1

Şehba: 3

Ciwan Mistefa piştrast kir ku 13 kesên ku di demên berê de bi koronayê ketine jî baş bûne.

Hejmara pêketiyên nexweşiya koronayê tevî van kesên ku nû pê ketine, gihaşt 5 hezar 929 kesan, ji wan 153 kes mirine û 852 jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.