Serok Barzanî derbarê biryara îro ya parlementoya Îraqê de peyamek bo raya giştî belav kir ku ew jî tekesta peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi şîe û sSunne ve li parlelentoya Îraqê de xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û bûdçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo zext kirin li herêma Kurdistanê bikaranîn.
Ev di demekê deye ku di dema derbasbûyî de çendîn car rêkeftin di navbera hHikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqa Federal de hatiye îmza kirin, lê belê rêkeftin ne hatine cîhbicîhkirin. Em wê yasaya han ya parlementoya Îraqê ya ku bêyî li ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistiye, bi babeteke siyasî û ji bo zext kirin li Kurdistanê û ceza kirina xelkê Kurdistanê dibînîn ku berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengiya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşiyê. Derket jî ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê daye û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.
Li vir de pêzanînên min ji bo yekdengiya nûnerên Kurdistanê li Bexda heye ku bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestan û ew helwesta wan cihê spasî û destxweşiye. Daxwazê ji Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmetê dikim ku li gel Nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, pêkve li ser vê babetê kombibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarek bidin ku li asta berpirsiyariyê bê ji bo çareserkirina kêşeyan û li heman demê de jî kerameta mîlletê me bêparastin û tixûbek ji bo wan reftaran deynin ku mebesta wan sizadana gelê Kurdistane.
Mesûd Barzanî
12.11.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin