Li Diyarbekirê, 200 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Bakûrî li dijî xirabkariyên PKKê li Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.
Di çend rojên derbasbûyî de çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê, sê êrîşên cuda birin ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Polîsê Parastina Petrol û Gazê, di encama wan êrîşan de Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmerge û polîs birîndar bûn.
Ji ber wê jî 200 nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar li bajarê Diyarbekirê daxuyaniyek hevbeş li dijî reftarên PKKê belav kirin.
Di wê daxuyaniyê de wan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran destêwerdana PKKê di nava karûbarên Herêma Kurdistanê de şermezar kirin û gotin ku hejmarek ji gundan ji ber hebûna PKKê vala bûne. Herwiha tekez kirin, armanca sereke ya PKKê, jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê ye.
Wan rewşenbîr û siyasetmedaran daxwaz ji PKKê kirin, demildest ji Herêma Kurdistanê vekişin û rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.
Ji basnewsê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin