Serokê herêmê li gel Nehro Kesnezanî civiya

konferansek taybet bi Sofîgerî tê organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê terîqeta Qadirî Kesnezanî kir.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê terîqeta Qadirî Kesnezanî Şêx Nehro Ebdulkerîm Kesnezanî kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî jiber wefat kirina bavê wî dubare sersaxî da Şêx Nehro û hevxemiya xwe li gel wan diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa rola sofîgerî di lîberalîzim û dûrî kirin ji tundûtîjî kir û ragihand ku sofîgerî bo çanda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî demareke girînge û tekez li ser rola Şêx Nehro di vê warî de kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Nehro jî kêfxweşiya xwe ya lihember hevdîtina han diyar kir û anî ziman ku ew dixwazên dest bi amadekarî bo organîzekirine konferansek derbarê sofîgerî de dikin, û dixwazin ji tevahiya aliyan mêwan werin vexwandin.

Nêçîrvan Barzanî jî piştîvaniya xwe, hikûmeta herêma Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê bo konferansa han diyar kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.