Civîna Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holandayê destp pê kir

behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê dikin.
کوردستان TV
100%

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda ligel wî gihiştin Holandayê û piştî pêşwazîkirina li balafirgehê, niha ligel Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di civînê de ne.

Berî destpêkirina civînê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand ku vê êvarê her du serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Holandayê, ji bo gotûbêjkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê dicivin.

Dilawer Ajgeyî diyar kir: “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hewldanên Herêma Kurdistanê de ye ji bo bihêzkirina peywendiyên derve û pêşvebirina zêdetir a wan peywendiyan.”

Ajgeyî eşkere kir: “Di bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tekezî li ser wê yekê hatibû kirin ku ev kabîne ji bo bihêzkirina zêdetir a peywendiyên derve yên Herêma Kurdistanê bixebite.”

Dilawer Ajgeyî destnîşan kir ku Serokwezîrê Holandayê kesayetekî bihêz a Yekîtiya Ewropayê ye û rol û bandora Holandayê li ser biryarên Yekîtiya Ewropayê diyar e û Holanda ji aliyê siyasî û serbazî ve, alîkar û piştevana Pêşmerge bû di şerê li dijî DAIŞê de û niha jî şêwirmendên Holandî li Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe ne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê behsa wê yekê jî kir ku şanda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandanîn û Serokê Desteya Veberhênan pêk tê û ev jî dide nîşandan ku Herêma Kurdistanê dixwaze ji van aliyan ve peywendiyên xwe yên ligel Holandayê pêşve bibe.

Dilawer Ajgeyî qala helwesta Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte kir ku di dorpêça esmanî û siyasî ya ser Herêma Kurdistanê de piştevaniya Kurdan kiribû û di civîneke çapemeniyê de daxwaz kiribû ku dorpêça esmanî û siyasî ya ser Herêma Kurdistanê were rakirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.