Derbarê Şingalê de civînek tê lidarxistin

Nunerê NY jî di civînê de amade dibe.
کوردستان TV
100%

Nunerê Netewên Yekgirtî jî di civînê de amade dibe.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di presskonferansekê de ragihand ku vê rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin û rewşa Şingalê jî were normalkirin.

Rêber Ehmed herwiha eşkere kir ku bo diyar kirina mekanîzma çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftina han vê civîneke sê alî di navbera hikûmeta Kurdistan, hikûmeta Îraq û nunerê NY de were lidarxistin.

Nav hatî anî ziman ku di civîna han de vê giftûgo li ser mekanîzma çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê were kirin.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî Hewlêr û Bexda di navbera xwe de bo normal kirina rewşa Şingalê rêkeftinek îmze kiribûn.

N: E: G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.