Duhê bi fermî serkeftina Biden hatibû ragihandin.
Piştî ku duhê çapemeniya Amerîkayê belav kir ku Berbijêrê demokratan Jeo Biden kariye piraniya dengê dengderên Amerîkî bidest bîne û hijmara delegeyên xwe bigehîne 290 delegeyan, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Biden kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de yaku li ser twitterê belav kiriye nivîsandiye; Ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden dikim, Barzanî hêvî xwestiye ku bihevre bo bihêztir kirina hevbeş û têkiliyên navbera her du aliyan kar bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin