Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 237 kesên din bi koronayê ketin

heta niha 130 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê pir zêde dibe, Desteya Tendirostiyê ragihand ku 237 kesên din bi koronayê ketine.

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 237 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku 237 kesên ku bi koronayê ketine ji wan 124 mêr in û 113 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 29

Til Temir: 1

Qamişlo: 38

Dêrik: 36

Tirbêspiyê: 1

Amûde: 5

Kobanê: 21

Reqa: 42

Tebqa: 33

Dêrazor: 11

Minbic: 19

Şehba: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 27 kes baş bûne û 3 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 hezar û 484 kes bi koronayê ketine, ji wan 130 kes jiyana xwe ji dest dane û 798 kes jî baş bûne

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.