Encumena parêzgeha Dihukê: 275 gundên Dihukê ji ber PKKê hatine valakirin

gelek ji wan gundan jî hatine wêrankirin.
کوردستان TV
100%

Berpirsekî encumena parêzgeha Dihukê dibêje, ji ber şer û hebûna PKKê 275 gundên Dihukê hatine valakirin û 31 kes jî hatine kuştin.

Sekreterê encumena parêzgeha Dihukê, Rizgar Sidqî ji BasNewsê re got, li gorî hemû pîvan û qanûnên navdewletî, mafê PKKê nîne li Herêma Kurdistanê bimîne. PKK niha serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê dike. Niyeta PKKê li hember Herêma Kurdistanê xirab e û her dem behaneyan dide Tirkiyê da ku êrişî deverên sînorî bike.

Rizgar Sidqî her wiha got, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaz ji PKKê kirine çekdarên xwe ji gund û deverên sînorî derxîne ji ber ku xelk ji reftarên PKKê gelekî aciz û nîgeran bûne. PKK ji bilî ziyan û zererê ti xêra wê bo xelkê Herêma Kurdistanê nîne.

Sekreterê encumena parêzgeha Dihukê da zanîn, di heyama 20 salên borî de 275 gundên Duhokê ji ber hebûna PKKê hatine valakirin û 31 sivîl jî şehîd bûne. ji ber ku ew gund ji aliyê PKKê ve hatine zeftkirin. Xelkê wan gundan ji tirsa PKKê nawêrin vegerin gundên xwe. Ev jî bûye sebeba wê ku xelkê wan gundan bêkar bimînin.

Bi gotina wî berpirsê parêzgeha Dihukê, PKK ne tenê piştevaniya Herêma Kurdistanê nake, ziyanê jî digehîne Herêma Kurdistanê. Êdî êrişî hêzên Pêşmerge dike, êrişî nûner û dîplomatên biyanî û sivîlan dike. Ziyanê digehîne jêrxan û nefta Kurdistanê, ew nefta ku qûtê xelkê Kurdistanê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.