Li sînorê Çaldiranê hatiye kuştin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawî duhê hêzên çekdarên yên rejîma Îranê li ser sînorê nabera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê, li devera Çaldiranê êrîşî ser karwanek Kolberên Kurd kirine.
Li gor nûçeya han di encama êrîşê de Kolberekî Kurd bi navê Kemal Elemhulî canê xwe ji dest daye.
Weke tê zanîn roja pêncşemê jî li heman deverê Kolbereke din di encama êrîşa çekdarên Îranê de canê xwe ji dest dabû û bi vê awayî di nava du rojan de du Kolberên Kurd li deverê hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin