Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 133 kesên din bi koronayê ketine û ji nav pêketiyan 2 kesan jiyana xwe jin dest daye.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku her du kesên mirine mêr in û ji Hesekê ne.
Mistefa diyar kir ku Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 133 kesên din bi koronayê ketine, ji nav wan 68 mêr in û 65 jin in û li van herêman in:
Dêrik: 32
Hesekê: 28
Qamişlo: 10
Amûde: 7
Girkê legê: 7
Dirbêsiyê: 6
Rimêlan: 4
Çilaxa:3
Tirbêspiyê: 1
Til Temir: 2
Kobanê: 14
Tebqa: 13
Minbic: 3
Şehba: 2
Reqa: 1
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav pêketiyên koronayê 12 kes jî baş bûne.
Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 4 hezar û 978 kesan, ji wan 132 kesan jiyana xwe ji dest daye û 756 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin