Îraq: Tevahiya xalên rêkeftina Şingalê cîhbicîh dikin

dibêje naxwazin hêzên wan bikevin pevçûnan.
کوردستان TV
100%

Dibêje em naxwazin hêzên me li Şingalê bikevin pevçûnan.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê Ehmed Mela Telal ragihand ku hikûmeta Îraqê li ser cîhbicîh kirina rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê yaku meha derbasbûyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin ragihand ku hikûmeta Îraqê û Kurdistanê dixwazin tevahiya xalên rêkeftina han cîhbicîh bikin.

Derbarê derxistina PKK li deverê jî Mela Telal ragihand ku ne Kurdistan û ne jî Îraq bi ti awayî naxwazin hêzên leşkerî û ewlekarî yên wan li Şingalê bikevin nava pevçûnan lewre hewl bo cîhbicîh kirina tevahiya xalên rêkeftinê û çareser kirina kêşeya han bi rêya diyalogê didin.

Nav hatî behsa wê yekê jî kiriye ku Almanya, Franse û çend welatên din jî amadebûna xwe bo beşdarî kirin di prosesa avedan kirina Şingalê diyar kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.