Konsulusê Ermenistanê xwe bi Serokê herêmê da nasîn

ew yekem Konsulusê Ermenistanê ye li Hewlêrê.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê li gel Konsulusê Ermenistanê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya yekem Konsulusê Ermenistanê yê li Hewlêrê Arshak Manoukian kir.

Di civînê de Manoukian rixmî xwe dane nasîn weke Konsulusê Ermenistanê, kêfxweşiya xwe jî ya li hember destbikar kirina xwe li Hewlêrê diyar kir û xwesteke welatê xwe ya bo berfirtir û bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê anî ziman.

Di berdewamiya civînê de jî Serokê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina Konsulusxaneya Ermenistanê ya li Hewlêrê û destbikar kirina Konsulusê Ermenistanê diyar kir û bixêr hatine Arshak  Manoukian kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Kurdistan jî dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Ermenistanê berfiretir û bihêztir bike bi taybetî di wê demê de ku derfetên goncaw bo hêlbirîna kompaniyên Ermenî li Kurdistan û Îraqê de hene.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, metirsiyên terorê, rewş û pêşhatên deverê bi giştî û çend mijarên din yên ku bo her du aliyan girîngin hate kirin.

Serokê herêmê hêvî xwest ku tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalogê werin çareserkirin û aştî û aramî jî vegere deverê.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.