Serçeteyekî DIŞI`ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê hat girtin

emîrê deverê ya terorîstên DIŞIê bûye.
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke ewlehiyê yek ji mezintirîn serçeteyên herêmî yên DIŞI`ê girt.

Îro di saetên sibehê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Şervanên QSD`ê tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi ser 3 malên bajarok de girt.

Fermandarekî QSD`ê da zanîn ku di operasyonê de serçeteyekî DIŞI`ê ku berpirsyarê tevgera şaneyên DIŞI`ê li bajarê Dêrazorê ye û bi navê Ebû Cîhad El-Ensarî tê nasîn, li nêzî Mizgefta El-Îman a li bajarokê El-Sebha hatiye girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, Ebû Cîhad El-Ensarî yek ji serçeteyên mezin ên herêmê yên DIŞI`ê ye.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.