Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 130 kes bi koronayê mirine

3 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Li gorî daneyên herî dawîn ên Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) di dawiya Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 845 kes bi şewba koronayê ketine û ji wan û 130 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, 3 jinên ji Dêrikê ne.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 65 mêr in û 42 jî jin in û li van herêman in:

Dêrik: 26

Hesekê: 19

Qamişlo: 13

Amûdê: 3

Girkê Legê: 2

Çilaxa: 2

Kobanê: 14

Tebqa: 13

Dêrazor: 5

Minbic: 5

Şehba: 3

Reqa: 2

Ciwan Mistefa da zanîn ku 12 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara giştî ya pêketiyên koronayê dibe 4 hezar û 845, ji wan 130 kesan jiyana xwe ji dest daye û 744 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.