Komeke cîhadî ya ser bi Tirkiyê dest daniye ser 17 hezar darzeytûnên hejmarek Cotkarên Kurd li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê.
Rêxistina Mafê Mirovan-Efrînê ragihand ku koma cîhadî ya Ceyş el-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê dest daniye ser 17 darzeytûnên hejmarek welatiyên Kurd li 6 gundên nahiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê.
Li gor Rêxistina navborî, cîhadiyên el-Şerqiye dest danîne ser darzeytûnên welatiyên Kurd ên ji neçarî koçber bûne.
Ew darzeytûnên ku hatine talankirin li gundên Qîlê, Bircikê, Çeqelê Cûmê, Miswkê Jorîn, Miskê Jêrîn û Sindiyankê.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, ji aliyê cîhadiyên ser bi Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê ve hate dagîrkirin û pişt re jî prosesa talan kirin, şelandin û guhertina demografiya herêmê destpê kir û hîn jî didome.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin