Îraq di mehekê de zêdetir ji 3 miliyar dolar petrol firotiye

rojane zêdetir ji 2 miliyon û 500 bermîl firotiye.
کوردستان TV
100%

Raporta taybet bi firotina petrolê ya meha Cotmehê hat belav kirin.

Wezareta karûbarên petrola Îraqê raporta xwe ya derbarê firotina petrolê di meha Cotmehê de belav kir.

Li gor raporta han di Cotmehê de Îraqê bi giştî 89 miliyon û 153 hezar û 899 bermîl petrol firotiye.

Wezaretê eşkere kiriye ku dahata ku ji firotina petrola han dest Îraqê ketiye 3 miliyar û 430 miliyon dolar bûye.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di Cotmehê de Îraq rojane 2 miliyon û 876 bermîl petrol firotiye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.