Li Îraqê 56 kesên din canê xwe ji dest dan

10 hezar û 966 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya Îraqê daxuyaniyek weşand û têde amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatan de 2 hezar û 658 kes bi Koronayê ketine û 56 kes jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 475 hezar û 288 kes bi Koronayê ketine û 10 hezar û 966 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.