Li Izmîrê 25 kesan canê xwe ji dest da

îro erdhejeke din ev dever hejand.
کوردستان TV
100%

Hîn jî paşlerzok bajar û derdorê dihejînin.

Li gor jêderên fermî, di encama erdheja ku duhê piştî nîvroyê bajarê Izmîrê ya Tirkiyeyê hejandibû, heta niha termê 25 kesan hatine derxistin û 831 kes jî ku birîndar bûne, bo derman kirinê bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Îro danê sibê, piştî 17 seatan, hêzên hawar hatinê karînn 3 kes di bina xaniyên rûxiyayî de bi selametî der bixin.

Hîn jî hêzên hawar hatinê berdewamin li ser hewldanên xwe bo rizgar kirina xelkê.

Her îro danê sibê erdhejeke din bi tundiya 5 pile li ser pîwana rîxterê ew dever dubare hejand.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.