Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên 24 saetên derbasbûyî eşkere kirin û diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) 3 kesên din jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê Ciwan Mistefa got kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane, 2 mêr in û yek ji Hesekê û yek ji Kobanê ye û jineke ji Minbicê ye. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusê ketine jî 81 mêr in û 69 jin in.
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 150 kesên bi vîrusê ketine li van herêman in.
Hesekê: 17
Qamişlo: 23
Dêrikê: 31
Girkê Legê: 8
Til Temir: Yek
Amûdê: 2
Tirbespiyê: 2
Çilaxa: 2
Kampa Holê: 2
Kobanê: 24
Tebqa: 11
Minbic: 18
Reqa: 8
Şehba: 1
Her wiha Ciwan Mistefa da zanîn ku 15 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 3 hezar û 948 kes bi vîrusê ketine, ji wan 115 kesan jiyana xwe ji dest daye û 687 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin